Brîtanya ji bo nexwesiya Kolerayê 2 milyon û 322 hezar dolaran dide Sûriyê

29 October 2022 17:02 0 dîtin
Brîtanya ji bo nexwesiya Kolerayê 2 milyon û 322 hezar dolaran dide Sûriyê

PeyamaKurd – Hikûmeta Brîtanyayê ji bo kontrolkirina nexweşiya Kolerayê û çareserkirina wê, 2 milyon û 322 hezar dolaran dide Sûriyê.

Li gor Wezareta Karên Derve ya Brîtanyayê roja Înê 28ê Cotmeha 2022an bi daxuyaniyekê diyar kir, ew ê 2 milyon û 322 hezar dolar bidin UNICEFê ji bo alîkariya kesên ku li seranserê Sûriyê bi Kolerayê ketine.

Herwiha Wezareta Karên Derve ya Brîtanyayê eşkere kir, ew ê alîkariyê pêşkêşî UNICEFê bikin, da ku navendeke çareseriya Kolerayê li Sûriyê ava bike, dermanê pêwîst peyda bike, xelkê rahênan û hişyar bike, da ku rê li pêşiya belavbûna Kolerayê bigirin.

Şêwirmendê Serokwezîrê Brîtanyayê ji bo Rêgirtin li Tundûtîjiya Sêksî di şer de Tariq Ehmed destnîşan kir: “Em derbarê belavbûna Kolerayê de li seranserê Sûriyê gelekî nîgeran in ku ji deh salan ve dibe yekem car li wir belav dibe. Metirsî heye ji ber kêmxwarin û nebûna ava paqij rewş xerabtir bibe.”

Herî dawî Tariq Ehmed da zanîn: “Brîtanyayê Sûriye ji bîr nekiriye û her dem em kar dikin ligel hevbeşên xwe yên navdewletî da ku piştrast bin yek bersiva me hebe ji bo çareserkirina krîza wî welatî.”