Brîtanya li dijî operasyona Refahê ya bê plana ku sivîlan diparêze ye
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Brîtanyayê David Cameron, ji ber nebûna 'planeke zelal' a ji bo parastina zêdetir a ji milyonek mirovên li bajêr dijîn nerazîbûna xwe ya li hember operasyona bejayî ya Îsraîlê ya li ser Refaha Xêza Xezzayê nîşan da.
Cameron ji Sky News re axivî û got: “Ji bo hêrişeke mezin a li dijî Refahê, pêdivî bi planeke pir zelal a ku parastina sivîlan mîsoger dike heye, lê belê me planek wusa nedîtiye. Ji ber vê yekê em li dijî hêrişa Îsraîlê ya bê planeke wisa ne. Pêkanîna hêrişeke mezin a bê planeke wisa wê pir xeternak be.”
Cameronn, balê kêşa ser alîkariyên mirovî yên ji bo Xezzeyê û got: “Îsraîl dikaribû bêtir rê bida alîkariyên mirovî. Min gelek caran gotiye ku ez ji gavên ku Îsraîl di warê alîkariyên mirovî de avêtine ne razî me."
Planên Îsraîlê yên ji bo hêrişa li dijî Refehê, nerazîbûneke mezin a navneteweyî derxiste holê. Her wiha hevalbendên Îsraîlê û bi taybetî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), di derbarê encamên vê hêrişê yên li ser sivîlan û rewşa mirovî ya jixwe nebaş e de bi gazin in.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin