Brîtanya serokatiya demkî ya KENYê dike
PeyamaKurd – Brîtanya ji Swîsreyê serokatiya demkî ya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) girt.
Nûnera Daîmî ya Îngilîstanê ya li Neteweyên Yekbûyî Barbara Woodward, têkildarî rojeva Serokatiya Konseya Ewlekariyê ya meha Cotmehê ya welatê xwe civîneke çapemeniyê li dar xist.
Woodwardê, diyar kir ku Îngilîstanê di serdemeke gelekî zehmet de serokatiya dewreyê ji Swîsreyê girt û got, “Em piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn di demeke herî dijwar re derbas dibin.”
Her wiha diyar kir ku di heyama serokomariyê de Brîtanya dê giraniyê bide ser Rojhilata Navîn, şerê Rûsya-Ûkrayna û rewşa Sûdanê.
Woodwardê diyar kir ku zêdekirina rageşiya li Rojhilata Navîn ne di berjewendiya tu kesî de ye û got ku di serdema serokoatiyê de ev mijar dê were rojevê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin