Starmer: “Brîtanya bifikar e ji ber Îsraîl qanûnên UNRWAyê binpê dike”

29 October 2024 13:04 0 dîtin
Starmer: “Brîtanya bifikar e ji ber Îsraîl qanûnên UNRWAyê binpê dike”

PeyamaKurd – Serokwezîrê Brîtanî Keir Starmer got ku “Brîtanya gelekî nîgeran e”, piştî ku Hikûmeta Îsraîlê, duh du qanûn pejirandin ku Ajansa Alîkariyê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo Penaberên Filistînî yên li Rojhilata Nêzîk (UNRWA) dikin armanc.

Wî di daxuyaniyekê de gotiye, “Ev qanûna xetere dike ku karê serekî yê UNRWAyê yên ji bo filistîniyan êdî nebin, pê re jî tevahiya bersiva mirovahiya navneteweyî li Xezeyê û peydakirina karûbarên tenduristî û perwerdehiyê li Şerî’a Rojava dixe.”

Starmer lê zêde dike ku rewşa mirovahî ya li Xezeyê, nayê qebûlkirin.

Di berdewama daxuyaniya xwe de gotiye, “Pêdivî ye ku em agirbesteke bilez, azadkirina dîl û zêdebûneke berçav ji bo alîkariyên Xezayê bibinin.”

Her wiha di dawiyê de jî gotiye, “Tenê UNRWA dikare alîkariyên mirovî bigihîne mexdûran bi leza ku hewce dike. Em bejna xwe li hember 222 xebatkarên UNRWAyên ditewînin ku di şer de jiyana xwe ji dest dane.”