Starmer: “Divê Îran bersivê nede êrîsên hewayî yên Îsraîlê”

26 October 2024 11:06 0 dîtin
Starmer: “Divê Îran bersivê nede êrîsên hewayî yên Îsraîlê”

PeyamaKurd – Îsraîl êrîşa “tolhildanê” ya ku piştî êrîşên mûşekî yên Îranê yên di 1ê cotmehê de dihat hêvîkirin,  bi şev bi şev pêk anî û li 3 bajaran, ku paytext Tehranê jî di nav de ye, êrîşî gelek deverên leşkerî yên Îranê kir.

Di daxuyaniya Îranê de ya piştî êrîşan hat gotin ku xisarên êrîşî kêm bûne. Berî vê daxuyaniya Îranê, Erebistana Siudî jî ev êrîş şermezar kiribûn.  

Piştî Erebistana Siûdî, serokwezîrê Brîtanya û serokê Partiya Karkeran Keir Starmer jî daxuyaniyek da û got ku divê Îran bersivê nede êrîşên hewayî yên Îsraîlê.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Reutersê, serokwezîrê Brîtanîyayê li civîna çapemeniyê ya ku li Samoayê hat lidarxistin got: “Ez bi zelalî dibînim ku mafê Îsraîlê heye ku xwe li hember êrîşên Îranê biparêze. Xaleke din a ku ez bi heman awayî li ser têdikoşim ev e: Divê em xwe ji tundûtûjiyê dûr bixin û banga nermbûnê li hemû aliyan bikin, da ku rageşiya li herêmê kêmtir bibe. Ji ber vê yekê jî divê Îran bersivê nede êrîşîn hewayî yên Îsraîlê.”