Kenanî êrîsa Îsraîlê sermezar kir: Îran mafê xwe yê bi heman awayî bersivê bide diparêze
PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenanî êrîşa "hovane" ya Îsraîlê ya li ser beşa Balyozxaneya Îranê ya li Şamê "bi tundî" şermezar kir.
Berdevk Kenanî di civîna xwe ya rojnamevanî de behsa êrîşa îro ya Îsraîlê bo ser Balyozxaneya Îranê ya li Şamê kir û di encamê de 8 kes hatin kuştin ku yek ji fermandarên payebilind ên Supaya Quds a Supaya Pasdarên Îranê Mihemed Riza Zahedî jî di nav de ye.
Kenanî êrîş weke binpêkirina eşkere ya hiqûqa navneteweyî bi taybet bendên têkildarî têkiliyên dîplomatîk nirxand. Wî êrîş "bi tundî" şermezar kir û ew wek "hovîtiyê" bi nav kir.
Berdevk Kenanî got, "Divê civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî vê êrîşê bi tundî şermezar bikin û tedbîrên pêwîst bigirin." got.
Nasir Kenanî got: “Em bi hûrgilî li ser vê êrîşa hovane lêkolîn dikin û Îsraîl ji encamên wê berpirsyar e. Komara Îslamî ya Îranê mafê bersivdayina bi heman şêweyî diparêze û em ê piştre biryarê bidin ka çawa bersiva vê êrîşê bidin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin