Brîtanya: Vekisîna artêsa Rûsyayê têkçûneke stratejîk e!

13 November 2022 11:05 0 dîtin
Brîtanya: Vekisîna artêsa Rûsyayê têkçûneke stratejîk e!

PeyamaKurd - Wezîrê Berevaniya Brîtanya Ben Wallace ragihandiye ku vekişîna Rûsyayê ji bajarê Xerson ê Ukraynayê nîşaneya têkçûneke din a stratejîk e.

Wallace gotiye: "Di meha sibatê de, Rûsyayê ji bilî Xersonê nekarî ti armancên xwe yên sereke bi cih bîne. Niha bi vê radestkirinê re jî, divê mirovên asayî yên Rûsyayê bêguman ji xwe bipirsin, Ev tev ji bo çi bû?"

Wallace daye zanîn ku artêşa Rûsyayê windayên mezin yên mirovî dane û wê Brîtanya jî ligel civaka navdewletî piştgiriya Ukrayna bidomîne.

Wezîrê Brîtanyayê herwiha destnîşan kiriye: "Her çend ku bixêrhatina vekişînê tê kirin, tu kes dê metirsiya berdewam a ji hêla Federasyona Rûsyayê ve hatîye peydakirin biçûk nebine.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, hêzên Rûsî roja Înê ji destpêka şerê Ukraynayê ve cara sêyem vekişîneke mezin ji bajarekî  mezin ê Ukraynayê pêkanîn ku Ukrayna dibêje, ji ber bexwedana wan Rûs ji bo vekişînê hatine neçarkirin.