Budça sergirtî ya Îsraîlê ya bi 2,9 mîlyar dolarî hat tesdîqkirin

24 December 2021 23:38 0 dîtin
Budça sergirtî ya Îsraîlê ya bi 2,9 mîlyar dolarî hat tesdîqkirin

PeyamaKurd – Komîta darayî ya Meclisa Îsraîlê budçe ya Îsraîlê ya sergirtî ya ji bo karên veşartî bi miqdarê 2,9 mîlyar dolarî tesdîq kir. Li gor ragihandina rojnama "Israel HaYom" ê; piştî civînekî bi 8 sietan budça sergirtî hat qebûl kirin.

Li gor xeberê; hedefa budçeyê bi diziye û eger xebatên dîplomatîk yên bi Îranê re bê encam bimînin, Îsraîl dikare ji bo operasyonekî leşkerî li hemberê Îranê vî pereyî bikarbîne. Budçe piştî vê mijarê ket rojeva meclisa Îsraîlê.