Biden, budça bergiriyê ya bi 768 mîlyar dolarî tesdîq kir

28 December 2021 01:24 0 dîtin
Biden, budça bergiriyê ya bi 768 mîlyar dolarî tesdîq kir

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden budçeya sala 2022 yê ya wezareta bergiriyê tevî bi qanûna wê ve (NDAA) îmze kir. Koşka Sipî ragihand ku piştî munaqeşeyên dûr û dirêj yên di kongreya Amerîka de NDAA hat qebûlkirin û Biden jî îmze kir.

Budça Pentagonê 740 mîlyar dolar, 27,8 mîlyar dolar ji bo mesrefên Pentagonê yên di wezareta enerjiyê de û 0,4 mîlyar dolar jî ji bo mesrefên din hatibû veqetandin û bi îmzakirina Biden niha bû fermî.

Di qanûn de bi budçeyê re gelek xalên din hene. Xalên weka tacîzên cinsî, tundî, têkoşîna bi nijadperwestiyê re û mehaneyên leşkeran %2,7 zêde kirine.

Kesekî ku ji artêşa Amerîkayê xaneşîn bibe, ji bo bibe wezîr, divê di ser de 10 sal derbas bibe û ji bo bibe sekreterê giştî, divê di ser de 8 sal derbas bibe.

Alîkariya leşkerî ya ji bo Ûkraynayê ji 250 mîlyon dolarî derdixe 300 mîlyon dolarî. Ji bo Însiyatîva Devjêberdanê divê 4 mîlyar dolar çavkanî bê temînkirin û ji bo welatên Baltikê desteka leşkerî ya bi 100 mîlyon dolarî şert datîne.

Li hemberê Çînê ji bo Însiyatîfê 7,1 mîlyar dolar pere vediqetîne. Berhemên fabrîkeyên ku Çîn Ûygûran tê de bi zorê didin xebatê, kirîna wan an ku îtxalata wan qedexe dike.

Şopandina çêkirin û firotina balafirên bêmirov yên Tirkiyê ku li Azerbeycanê li hemberê Ermenistanê bikartînin xistin nav qanûn û bêrîbûna alîkariya Azerbeycanê hat rakirin.

Di NDAA yê de hevkariya bi Yûnanistanê re tê xwurtkirin û teslîmkirina F-35 an ya bi Yûnan tê lezandin.

Desteka ji bo HSD ê wê dewam bike û ji Biden tê xwestin ku stratejiyekî fireh di derbarê Sûriyê de pêşkêş bike. Di qanûn de, di derbarê dahatên Beşer Esed de jî ji wezareta karên derve ya Amerîkayê tê xwestin ku bên vekolan.