Buldan, ji bo Partiya TÎPê, dengdêr hisyar kirin: Nexapin!

24 April 2023 17:00 0 dîtin
Buldan, ji bo Partiya TÎPê, dengdêr hisyar kirin: Nexapin!

PeyamaKurd- Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, di Mihrîcana Biharê ya li Parka Yogurtçu ya Kadikoya Stenbolê ku ji aliyê Partiya Çep a Kesk ve hat pergalkirin de axivî. Buldan, di axaftina xwe de dengdêrên partiya xwe hişyar kir.

Pervîn Buldan, di axaftina xwe de bal kişand ser daxuyaniyên rayedarên Partiya TÎPê yên ku di ser tifaqê re daxwaza dengan dikin û got,

"Her dengê ku hûn ji derveyî Partiya Kesk a Çep bidin, dê bi kêrî AK Partiyê were. Bila wisa bê zanîn û bê dîtin. Dengên ku di nav tifaqê de ji bo partiyên din bên danîn, bi kêrî tifaqê nayê, ji bo wê partiya ku hûn deng didinê, tê nivîsandin.”

"Hedefa me 100 wekîl in"

Pervîn Buldan, di banga xwe ya hilbijartinê de got, “Em sozê didin hemû gelên Tirkiyeyê. Em sozê didin ku em ê siberojeke aştiyane diyariyê we bikin. Yên ku vê guherînê dikin rasteqînî, hûn in. Diyarbekirî, Serhedî, Botanî, Kurd û Suryanî ne. Em jin em ê vê desthilatiyê bişînin. Ji 14ê Gulanê re gelek hindik maye.

Em ê rengê Çepa Kesk li hemû Tirkiyeyê belav bikin û pêlan çêkin. Ez sibê diçim Colemêrgê. Ji bo ku em bikin 3-0 em diçin. Armanca me ew e ku em 100 wekîlan derbas bikin. Heger em bikaribin vî karî bikin, divê her kes baş bizane ku ji niha û pê ve tu qanûn û yasa bêyî erêkirina me li parlamentoyê dernakeve.

"Hinek tevlihevî hene”

Lê belê hinek kesên tevlîheviyê çêdikin hene. Em li ser navê tifaqan dikevin hilbijartinê. Tifaqa me jî heye. Tifaqa Ked û Azadiyê. Cihê wê, li ser serên me heye. Lê her dengê ku hûn li derveyî Partiya Kesk û Çep bidin, dê bi kêrî AK Partiyê were, bila ev yek wisa bê zanîn û bê dîtin.

Dengên ku ji bo partiyên din ên di nav tifaqê de tên dayîn, ji bo tifaqê nayên nivîsandin. Her partî li ser reqema xwe tê nivîsandin. Partiyên din ji we cuda ne. Bi kesên ku dibêjin ‘hûn dikarin bidin me, ferqa me tuneye, ku hûn dengên xwe bidin me, em em ê bi ser bikevin’ neyên xapandin û bi tu awayî bawer nekin. Tenê navnîşek we heye. Çepa Kesk e û wekî din tu navnîşaneke me ya din jî tuneye."