Pervin Buldan: Di 14 ê gulanê de dengekî ji bo Partiya Yesil Solê û yek ji bo Kemal Kiliçdaroglu
PeyamaKurd – HDP ê rengê tevgera xwe ya di hilibjartina 14 ê gulanê de bi temamî aşkera kir. Hevseroka HDP ê Pervin Buldan li Îstenbolê li Esenlerê ragihand ku wê di 14 ê gulanê de dengekî ji bo Partiya Yeşil Solê bidin û yek dengekî jî ji bo Kemal Kılıçdaroğlu bidin. Buldan weha dewam kir:
“Wê di 14 ê gulanê de herkes here ser sindoqan. Wê 2 dengan bikarbîne. Yek jê ji bo parlementoye ku em ê raya xwe bidin Yeşil Sol Partiyê. Raya me ya duyê ji bo ew kesê ku were şûna Recep Tayip Erdoğan, ji bo Kemal Kılıçdaroğlu ye. Erdoğanê ku dibêje ‘qeza hilbijartinan tine’ , em ji vê derê bersiva wî didin. Em ê te nehêlin qeza hilbijartinê. Di dengdana yekem de em ê karê xwe biqedînin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin