Pervin Buldan: Dubare dibêjim, wê HDP namzedê xwe derxe!

08 January 2023 15:38 0 dîtin
Pervin Buldan: Dubare dibêjim, wê HDP namzedê xwe derxe!

PeyamaKurd – Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, piştî nîqaşên li ser daxuyaniya wê ya doh Şemiyê ku li bajarê Qersê gotibû, ew dê wekî partiyê namzedê xwe yê hilbijartina serokomarê Tirkiyeyê derxin, îro 8ê Çile roja Yekşemê jî li bajarê Idirê derbarê heman mijarê de axivî.

Pervîn Buldan di kongreya rêxistina HDPê ya bajarê Idirê de, li ser mijara derxistina namzedê HDPê yê serokomariyê wiha got: “Min doh li Qersê daxuyanîyek da. Min got, wê HDP namzedê xwe eşkere bike û bi namzedê xwe biçe hilbijartinê ku ji doh ve mijara tê nîqaşkirin, gelo wê HDP namzedê xwe derxe yan na? Çima HDP namzedê xwe dernexe? Ma çi ferqa wê ji we heye? Ma HDP li vî welatî ne îradeyek e? Ma ne partiyeke siyasî ye ku mafê wê yê ketina hilbijartinan heye?”

Di dewamê de jî Buldan dubare kir, “Dixwazim careke din îfade bikim ku wê HDP ligel hevpeymanên xwe namzedê xwe derxe.”

Li aliyê din Serokwekîlê Koma HDPê li Parlamentoyê Saruhan Oluç jî di bernameyeke televizyona opozîsyona Tirkiyê de, li ser daxuyaniya namzedê HDPê yê serokomariyê got ku heger partiyên opozîsyonê li ser namzedê hevpar ên serokomar bi wan re muzakereyê bikin, dibe ku HDP li ser namzedê hevpar li hev bike.