Pervin Buldan (HDP): Em ê di hilbijartina mehellî de li her derê namzedan derxin
PeyamaKurd – Hevseroka HDP ê Pervin Buldan ragihand ku wê di hilbijartina mehellî de li her derê namzedên partiya xwe derxin. HDP ê di hilbijartina serokkomar de destekê dabû serokê CHPê Kemal Kılıçdaroğlu. Hilbijartina mehellî jî di sala bê, di sala 2024an de ye.
Pervin Buldan axaftina xwe li bajarê Wanê di çarçoveya seredanên pîrozbahiya cejnê de kir. Buldan weha got:
“Em ê li temamê bajaran û bajarên ku şaredariyên mezin lê hene namzedên xwe derxin. Piştî hilbijartinê me behsa kêmasiyên xwe kir û li ser wan civînan kir. Me biryarên nûh da. Me got ku em ê bi wan biryaran kongra xwe bikin. Di kongrê de bi planekî nûh û têgihiştinekî nûh pêvajoya bê, wê bi rûyên nûh û guherînên di nava partiyê de çêbibe. Îhtîmal heye ku em di Êlûnê de kongra xwe bikin. Em ê bi HDP ê an bi YSP bikevin hilbijartinan an wê navê YSP biguhire, em li ser van mijaran niqaşê dikin. Me komîsyonekî ava kir û niha xebata komîsyonê dewam dike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin