Pervin Buldan: Ez bi xwesbînî li namzetiya Meral Aksener nanêrim
PeyamaKurd – Navê seroka giştî ya İYİ partiyê Meral Akşener di nav namzedên serokatiya Tirkiyê de derbas dibe. Ji muxalefeta Tirkiyê navên Kemal Kılıçdaroğlu, Ekrem İmamoğlu û Mansur Yavaş jî derbas dibe. Li ser namzedan, hevseroka HDP ê Pervin Buldan di derbarê namzediya Meral Akşener de weha got:
“Ez bi xweşbînî li namzetiya Meral Akşener nanêrim. Ez çawa bêjim? Ji ber jin a ku Tirkiyê îdare bike divê demokrattır, serbixwetir, azadîxwaztir û jineka jinane be.
Helbet ez têkilî siyaseta Akşener nabim. Herkes siyaseta xwe dike lê ez difkirim, ew xetta ku Akşener li serê dimeşe û têgihîştina rêvevbiriya wê, ji bo serokkomariyê rewa nîne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin