Pervin Buldan ji Çiller re got: “Zilamê te li ser ciyê xwe mir lê yên me bi fermana te bi îskencê mirin”
PeyamaKurd – Parlementera DEM Partiyê ya bajarê Wanê Pervin Buldan li ser mirina zilamê serokwezîra Tirkiyê ya berê Tansu Çiller ku zilamê wê Özer Uçuran Çiller bi nexweşîna dil mir, Buldan wê kir hedefa xwe, kuştina zilamê xwe Savaş Buldan bibîr xist û got:
“Zilamê te li ser ciyê xwe mir lê yên me bi fermana te bi îşkencê mirin”
Piştî mirina Özer Uçuran Çiller, gelek kes di ser medya civakî de parvekirinan kirin û hinek sersaxiyê dan malbata Çiller û hinek wan xistin hedefa xwe. Pervin Buldan ji ber di wexta Tansu Çiller serokwezîrê Tirkiyê bû bi biryara wan Savaş Buldan hatibu kuştin, Tansu Çiller xist hedefa xwe weha dewam kir:
“Çiqas vatedare Tansu Çiller? Îro 1ê Hezîranê ye. 3 yê Hezîranê yanî 2 roj bi şûn de salvegera kuştina Savaş Buldan, Adnan Yıldırım û Hacı Karatay e. Zilamê te li ser doşeka xwe mir lê yên me bi fermana te bi îşkencê mirin.”
Peyama Buldan balkêşe ji ber salvegera kuştina Savaş Buldan û hevalên wî di 3ê Hezîranê de ye. Rakirina cenazê hevjînê Tansu Çiller yê Özer Uçuran Çiller jî wê di 3 yê Hezîranê de be. Lewra Buldan balê dikşîne ser mirina her dû terefan û qiyasa wan dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin