Bûyerên jehrîkirina xwendekarên keç, zêde dibin

05 March 2023 18:30 0 dîtin
Bûyerên jehrîkirina xwendekarên keç, zêde dibin

PeyamaKurd- Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Îranê IRNAyê, hat ragihandin ku ji 450 xwendekarên ku li jûrgeha keçan a li ser kolana Elborz a bajarê Urmiyê dimînin, ji ber gaza ku hîn naveroka wê nehatiye diyarkirin, jehrî bûne.

Li Îranê, ji 30ê Mijdara 2022yan bi vir ve bûyerên jehrîkirina komî li dibistanên Îranê balê dikişînin. Herî dawî jî gelek ji wan 450 xwendekarên ku di jûrgeha keçan a bajarê Urmiyê de dimînin, bi şev bi gaza ku heta niha naveroka wê nehatiye diyarkirin, jehrî bûne.

Hat destnîşankirin ku ji xwendekaran 29 kes li nexweşxaneyên cuda yên bajêr hatin dermankirin, yên din jî li derveyî nexweşxaneyan hatin dermankirin.

Hat diyarkirin ku li parêzgehên Kum, Loristan, Tehran, Erdebîl, Kirmaşan, Simnan, Mazenderan, Çermeh û Bextiyarî, Elburz û Rezewî Xorasanê di heyama 100 rojan de zêdetirî hezar xwendekar bi jehrê ketine. Hat zanîn ku xwendekar nîşaneyên wekî tengasiya nefesê, gêjbûn, serêş û gêjbûna li ser lingan nîşan didin.