Çalakavanên Iraqê ji bo hilwesandina parlamentoyê gilî li Dadgeha Bilind kirin
PeyamaKurd – Hejmarek çalakvanên Iraqê, ji bo hilweşandina Parlamentoya Iraqê û diyarkirina roja hilbijartinan, gilî li Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê kirin.
Hat zanîn ku gilîname 29ê Gulana 2022an ji aliyê hejmarek çalakvan û parêzeran ve hatiye kirin û ji dadgehê xwestine, biryara hilweşandina parlamentoyê bide, serokomar û serokwezîr neçarî diyarkirina roja hilbijartinên parlamentoyê bikin.
Li gorî nûçeya Rûdawê yek ji wan kesên ku daxwaza hilweşandina Parlamentoya Iraqê kiriye Cemal Esedî gotiye, “Ew gilî li ser destûr û biryarên Dadgeha Bilind a Federalî ye. Parlamentoya niha ya xula berê ye ji ber wê parlamentoyê pêşerojê dê bibe xula pêncem, ne ya niha.”
Hêjayî gotinê ye, ji ber derengxistina avakirina hikûmetê û nakokiyên navbera Çarçoveya Hemahengiyê û Tevgera Sedr li Iraqê qeyraneke siyasî çêbûye û parlamenterên Tevgera Sedr ji parlamentoyê vekişiyan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin