Çalakiya li ber Navenda Gistî ya HDPê, bû sedema aloziyan

05 May 2022 15:35 0 dîtin
Çalakiya li ber Navenda Gistî ya HDPê, bû sedema aloziyan

PeyamaKurd-Komek kesên ku doza zarokên xwe ji HDPê dikin, îro xwestin destegula reş deynin ber deriyê avahiya Navenda Giştî ya HDPê ya Enqereyê. Lê ji ber ku rêvebirên HDPê rê neda, li ber navendê alozî derket.

Li gorî agahiyên destpêkê, komê xwestiye ku li ber avahiyê kon vede. Hat ragihandin ku li ser vê yekê Parlamentera HDPê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran derketiye pêşiya baregeha partiyê û di navbera wê û wan kesan de alozî derketiye. Hat zanîn ku di nav komê de kesekî li hember Parlementera HDPê gotinên bêrêzî gotine.

Rayedarên HDPê, di derbarê bûyera îro de li ser twittera xwe ragihand û gotin ku “Em ê tu car destûrê nedin kesên bin pêşengî û parastina polîsan ku li pêşberî partiya me provokasyoneke mezin bikin. Têkoşîna HDPê îro jî dê wekî duh be û bêyî ku provokasyon û astengiyan nas bike didome û dê bidome jî.”

Li gorî Ajansa fermî ya Tirkiyeyê ragihand, kesên ku xwestine destegula reş deynin ber deriyê Navenda Giştî ya HDPê ya Enqereyê, bavên hejmarek gerîlayên PKKê bûne.