Çalakiyên Revenda Kurdî tên berfirehkirin

19 October 2021 13:34 0 dîtin
Çalakiyên Revenda Kurdî tên berfirehkirin

PeyamaKurd – Çalakiyên Navenda Revenda Kurdî li Derve ya ji destpêka sala 2020an ve hatiye damezirandin û nivîsgeha wê ya sereke li bajarê Dusseldorf ê Almanyayê ye, tên berfirehkirin.

Navenda Revenda Kurdî li Derve, di rûyê siyasî û olî de, xwe bêalî nasandiye û hewl dide demokrasî, aştî, azadî û yeksanî pêk were.

Rêvebera Pêwendiyên Navenda Revenda Kurdî li Derve Kejal Derwêş diyar kiriye: “Navenda Revenda Kurdî li Derve, di navbera diaspora Kurdî û welatê dayik (Kurdistanê) de dibe pireyeke bihêz û baweriya wê ya temam bi mafê çarenivîsî yê neteweya Kurd heye.

Derwêş daye zanîn: “Armanca wan a sereke ew e ku hewl didin yekrêziya xwe ava bikin û çînên cuda yên revenda Kurd di bin sîwaneke neteweyî de û li ser binemayên demokrasî, yeksanî, pêkvejiyan, mafên mirovan, geşepêdana kultur, ziman û fulklura Kurdî, girîngîpêdana bi dîroka Kurdistanê kom bikin û kar ji bo diyarkirina hejmara hevniştîmanan li derveyî welat bi mîkanîzmeke guncaw bikin û malpereke taybet ji bo vê mebestê dirust bikin.”

Rêvebera Pêwendiyên Navendê herwiha eşkere kiriye: “Em ê li ser avakirina pêwendiyên bihêz û hevkariya bi kom, navend, rêxistin, federasyon û aliyên din ên civaka Kurd re ji bo yekrêzî û karên hevbeş ên di warên cuda de berdewam bin.”

Kejal Derwêş destnîşan kiriye, erkekî din ê navenda wan ew e, çalakvanên Kurd ên niha li derveyî Kurdistanê ne, kom û birêkxistin bikin.

Di berdewamiyê de diyar kiriye, navenda wan kar ji bo damezirandina navendeke medyayî ya taybet bi revanda Kurd li derve dike.

Her di vê derbarê de, Rêveberê Medya û Ragihandina Navenda Revenda Kurd li Derve Hewraman Elî Tewfîq daye zanîn, wan dest bi projeyên berfirehkirina navendê kirine û çand liq (şax) jê re vekirine, ji wan jî li çend bajarên Almanya û welatên wek Siwêd, Finlanda, Nerwîj, Denmark, Hollanda, Belcîka, Siwîsra, Fransa, Nemsa, Rûsya û Brîtanyayê.

Tewfîq behsa çalakiyên hatine kirin kiriye û eşkere kiriye: “Di vê derbarê de me du kûrsên fêrbûna zimanê Kurdî bi zaravayên Kurmancî û Soranî bi awayê online vekirin, heta niha jî ev xule berdewam in û xulek jî bi hevahengiya bi Zanîngeha Duhokê re birêve diçe.”

Herwiha diyar kiriye: “Bi hevbeş ligel Wezareta Perwerde ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, pola elektronîk ji bo fêrbûna zimanê Kurdî (Soranî û Badînî) hatine vekirin û ev proje bi awayekî fermî û di bin çavdêriya Wezareta Perwerde û mamoste û bernameya taybet a wezaretê birêve diçe.”

Herî dawî bal kişand ser wê yekê jî ku îsal kûrseke zimanê Kurdî ji bo hejmarek ji zarokên Kurd ên li Rûsyayê vekirine û ji bo nûjenkirina dibistanan jî hevkarî kirine.