Corbyn di Newrozê da spasiya revenda kurdî ya li Brîtanyayê kir
PeyamaKurd - Serokê Partiya Kar a Brîtanya, Jeremy Corbyn bi minasebeta cejna Newrozê, di peyamekê da bo revenda kurdî ya li wî welatî ragihand, ew spasiya revenda kurdî dikin ku xizmeta Brîtanyayê kirine.
Jeremy Corbyn li Londonê beşdarî di merasimekê de kir ku bi minasebeta cejna Newrozê hatibû lidarxistin. Corbyn di axaftina xwe da got, wî cara yekem di salên 80yî da beşdarî ahengeka Newrozê bûye û diyar kir, ahengên Newrozê yên wê demê weke ahengên niha mezin û berfireh nebûn.
Serokê Partiya Kar a Brîtanyayê amaje bi giringiya cejna Newrozê û wate û nirxên baş ên vê cejnê kir û tekezî li ser parastina çandê cuda cuda yên li nav civaka Brîtanyayê kir û got:
“Ez şanaz im ku nûneratiya civakeke pir-çandî, pir-olî û pir-etnîkî dikim. Herweha London mînakek e ji bo cîhanê ku xelkê me dikarin bi hev re kar bikin û bi hev ra bijîn. Ew jî ji bo bidestxistina jiyaneke baştir û civakeke baştir.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin