Çalakvan û helbestvanê Kurd Aram Fethî ji aliyê Îranê ve hat desteserkirin
PeyamaKurd – Li bajarê Merîwanê ya Rojhilatê Kurdistanê, çalakvan û helbestvanê Kurd Aram Fethî, ji aliyê Îranê ve hat desteserkirin.
Li bajarê Merîwanê, do hêzên ewlehiya Îranê girtin ser mala çalakvan û helbestvanê Kurd Aram Fethî û ew desteser kirin.
Li gorî zanyariyan, hêzên ewlehiyê yên ku destûra dadgehê nîşanî Fethi dan, piştî lêgerîna li malê dest danîn ser tiştên wî yên şexsî û helbestvanê Kurd desteser kirin.
Heta niha sedema desteserkirina Aram Fethî û ew birine ku derê ne diyar e.
Fethî ku di heman demê de çalakvanek e jî, berê ji ber ku beşdarî rêxistinên çandî û sivîl bûbû ji aliyê Îranê ve gelek caran hatibû girtin û cezayê zindanê lê hatibû birîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin