Rejîma Îranê çalakvanê medyaya kurdî bi 10 meh cezayê girtîgehê û 70 qamçiyan mehkûm kiriye

22 October 2024 12:39 0 dîtin
Rejîma Îranê çalakvanê medyaya kurdî bi 10 meh cezayê girtîgehê û 70 qamçiyan mehkûm kiriye

PeyamaKurd – Mistefa Hemdî, xebatkarê sivîl û yê medyayî li bajarê Seqizê, birêveberê koma Parsman û “Kampaniya xelkê Persman”ê, ji aliyê sîstema dadweriya Komara Îslamî ya Îranê ve, bi 10 meh zîndan, 70 qamçî û cezayê pere hatiye mehkûmkirin.

Li gorî rapora ku gihaye saziya mafên mirovan a Hengawê, çalakvanê medyayê yê Kurd Mistefa Hemdî herî dawî ji aliyê Şaxa 105an Dadgeha Cezayê 2ya Seqizê ve bi sûcdariya “Bi rêya kombûna neqanûnî xerakirina aramiya giştî” bi 10 meh cezayê girtîgehê û 70 qamçiyan hatiye mehkûmkirin.

Di dawiya meha cotmeha îsal de, ji aliyê dadgeha Şoreşê a bajarê Seqizê ve, bi tometa “propagandaya li dijî hikûmetê” bi sê mehên zindanê hatiye mehkûmkirin û 7 milyon tûmen cezayê pere lê hatiye birîn.

Mistefa Hemdî birêveberê kanala “Persman”ê ya bajarê Seqizê ye, roja 7ê nîsana 2024an li hola Mîladê ya bajarê Seqizê ji aliyê hêzên îtila`atê ve binçavkirin.

Roja şemî 11ê gulana 2024an piştî 34 rojên binçavkirinê, bi danîna kefaleta 400 milyon tûmenî û bi awayekî demkî heta bi dawî hatina dozê, ji girtîgeha Îstîxbarata Senendeyê hatiye berdan.

Heman rapora Hengawê radigihîne ku ev çalakvanê medyayê meha 4ê tebaxa 2021ê ji aliyê dadgeha Şoreşê a bajarê Seqizê ve bi giştî bi 2 sal cezayê girtîgehê ve hatibû mehkûmkirin.