Mehabad | Rejîma Îranê muzîkjenekî kurdî binçav kir

04 February 2025 14:48 0 dîtin
Mehabad | Rejîma Îranê muzîkjenekî kurdî binçav kir

PeyamaKurd – Muzîkjen û xwendekarê Zanîngeha Hunerê ya Tehranê Sîrûş Nûrbexş ji aliyê hêzên ewlekariya Îranê ve hat binçavkirin.

Saziya Mafên Mirov a Hengawê ragihand ku hunermendê Kurd ê 25 salî Sirûş Nûrbexş ê xelkê Mehabadê piştî gazîkirina hêzên ewlehiyê hat binçavkirin.

Sirûş Nûrbexş li Zanîngeha Hunerê ya Tehranê gîtara klasîk dixwend.

Malbata Nûrbexş gelek caran hewl da ku derbarê kurê xwe de agahî ji hêzên asayîşê werbigirin, lê bê encam man.

Derbarê sedema binçavkirina Nûrbexş de agahiyên zelal nehatine dayîn.