Çapemeniya Îngîltere: Johnson ferman da ku 90 hezar memûran ji kar derxin

14 May 2022 18:52 0 dîtin
Çapemeniya Îngîltere: Johnson ferman da ku 90 hezar memûran ji kar derxin

PeyamaKurd – Dewleta Îngîltere aboriya wê xwurte lê ji ber enflasyonê, niha di rewşeka zor de ye û çapemeniya Îngîltere ragihand ku banka Navendî ya Îngîltere gotiye xwe ji şoqa dîrokî re emade bikin.

Tê gotin ku hukumetê bi deh hezaran memûran ji çavê xwe avêtiye. Çapemenî ragihandiye ku serokwezîr Boris Johnson ferman daye wezîrên xwe ku 90 hezar memûrên xwe ji kar derxin.