Çapemeniya Îranê: 4 dîplomatên biyanî yên di nav wan de Cîgirê Sefîrê Brîtanyayê jî heye hatin girtin

07 July 2022 13:29 0 dîtin
Çapemeniya Îranê: 4 dîplomatên biyanî yên di nav wan de Cîgirê Sefîrê Brîtanyayê jî heye hatin girtin

PeyamaKurd – Çapemeniya Îranê diyar kir, 4 dîplomatên biyanî ku di nava wan de jî Cîgirê Sefîrê Brîtanyayê yê li Tehranê jî heye, hatine girtin.

Çapemeniya Îranê da zanîn, ev çar dîplomatên biyanî serdana cihên qedexekirî kirine û wêne ji erd, av û xêya wan cîhan girtine û nimûneya wan jî li gel xwe birine da ku cerbandinên makrobiyolojîkî li ser wan bikin ji ber ku ev herêmên qedexekirî ku li eyaleta Kirmanê ne, cîhên cerbandinên mûşekî yên Îranê ne.

Herwiha Îranê eşkere kiriye ku ev dîplomatên han dema bi navê tûrîstîkî çûne wan herêmên qedexekirî di bin çavdêriya îtlaatê de bûne û dema girtina wan jî gelek nimûneyên av, xê, ax û berdên wan herêman jî li gel wan hatine girtin.

Hat zanîn ku di nava girtiyan de Cîgirê Sefîrê Brîtanyayê û pisporên zanîngehên Lehistanê jî hene.

Wezareta Karên Derve ya Brîtanyayê jî ev nûçeya han derewan û ragihand ku ne Cîgirê Sefîrê wan û ne jî tu dîplomateke wan li Îranê nehatiye girtin.