Çapemeniya Îsraîlê: 2 jinên di wêneyên êrîskera Taksîmê de Îsraîlîne û ji mirinê rizgar bûn
PeyamaKurd – Jina ku li Îstenbolê bombeyê teqand û bû sedema kuştina 6 kesan û 81 birîndaran, wêneyê wê hat belavkirin û pê re 2 jinên din ketine ber dîdara kamerayê ku her dû jinên din Îsraîlîne. Li ser mijarê ajansa Îranê IRNA ragihand ku her dû jinên di wêneyê êrîşkera Sûriyeyî de Îsraîlîne.
Ji çapemeniya Îsraîlê rojnama Ynetê nasnameya her dû jinan ragihand. Rojname dibêje ku jinên bi navên Natalie Suisa û Or Atadegi ji bo tatîlê çûne Tirkiyê û dageriyane Îsraîlê. Li gor nûçeya Ynetê; Natalie Suisa û Or Atadegi bi 8 jinên din yên Îsraîlê re çûne tatîlê. Her dû jin ji bo çapemeniya Îsraîlê gotine ku roja yekşemê êrîş çêbûye, yekşem roja dawî ya tatîla wan bûye û piştî dengê teqînê çûye wan, bi bazdan çûne otêla xwe. Suisa ragihandiye:
“Mayîna me ya bi saxî mucîze ye, Ti rêyeka dinê ya tarîfê jê re tine. Dema teqîn çêbû li derûdor gelek qelebalix hebû. Dema nasnama êrîşker derket ortê em şaş man.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin