Car din hunermendê sînamayê Kadir Inanir birin nexwesxanê

29 May 2024 21:11 0 dîtin
Car din hunermendê sînamayê Kadir Inanir birin nexwesxanê

PeyamaKurd – Hunermendê sînamayê Kadir İnanır berê bi sedema pirtikên xwînê çûbûn ser mêjiyê wî, li nexweşxanê derman kiribûn û paşî ji nexweşxanê derketibû. Li ser xerabûna rewşa Kadir İnanır, îro car din ew birin nexweşxanê lê heya niha di derbarê rewşa tenduristiya wî de ti kes ragihandinê nekir.

Ragihandina birina Kadir İnanır (75) ya nexweşxaneyekî taybet ji aliyê Ekol TV de hatiye kirin. Teşxîsa ku jê re danîne ‘xerabûna rewşa giştiye’ û niha di beşa hûrlênêrînê de ye.

Hevjîna Kadir İnanır, Jülide Kural li ser rewşê gotiye bila herkes sebir bike û kengê doktorên wî agahiyê dane wê, dê ew jî bi raya giştî re parve bike.