Wezîrê Tenduristiyê Fahrettin Koca: Kadir Inanir hê jî entube ye
PeyamaKurd – Hunermendê sinema Tirkiyê yê bi nav û deng ji ber pirtikên xwînê çûbûn ser mêjiyê wî di 24ê Adarê de wî biribûn nexweşxana Umraniyê ya Lêkolîn û Perwerdê. Pirtikên xwînê ji nav damarên serê wî derxistibûn lê ji bo karibe berxwedana bedenê xwurt bike, hatibû entubekirin.
Kadir İnanır ji ber li seranserê Tirkiyê û Kurdistanê tê naskirin û gelek caran di mijaran te tewrê xwe yê rast datîne holê tê hezkirin. Ji salên 1960an heya niha di sînemayê de bi aktîfî dixebite. Li ser nexweşîna hunermend Kadir İnanır wezîrê tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca weha got:
“Hunermendê pispor yê Yeşilçamê Kadir İnanır di 24ê Adarê de serê siba ji ber pirtikên xwînê çûn ser mêjî, wî biribûn nexweşxana Umraniye ya lêkolîn û perwerdê. Tedawiya di beşa hûrlênêrînê de dewam dike. Damarê mêjiyê wî paqijkirin. Heya niha bi temamî nehatiye hişyarkirin. Rewşa wî ya entubê dewam dike. Pêvajoya hişyarkirina wî dewam dike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin