Çarçoveya Hemahengî: Wê serdana Serok Barzanî aliyan nêzîkî hev bike
PeyamaKurd - Çarçoveya Hemahengî ya Şîeyên Iraqê, derbarê serdana Serok Mesûd Barzanî ya Bexdayê de daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniya Çarçoveya Hemahengiyê de hate gotin, “Serdana di vê demê de pêk hat gelek girîng e, ji ber ku dê bibe sedema çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê.”
Rêveberê Çarçoveya Hemahengî Aîd Hîlalî ji medya Iraqê re ragihand, serdana Serok Barzanî di vê demê de gelek girînge, ji ber ku çareseriya pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê dê li gel xwe bîne û got, “wê di vê serdemê de bibe sedema nêzîk kirina nêrînên cuda.”
Aîd Hîlalî diyar kir, Serok Barzanî xwedî giraniyeke mezin e li Bexdayê, encama civînan dê erênî be di pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê de.
Hêjayî gotinê ye, Serok Barzanî îro 3yê Tîrmehê ji bo hejmarek hevdîtinan bi aliyên siyasî yên Iraqê re bike piştî 6 salan gihîşt Bexdayê û ji aliyê Serokwezîrê Iraqê Mihmed Şiya Sûdanî ve hate pêşwazîkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin