Çaremîn Festîvala Mem û Zînê îro li Hola Medyayî ya Hewlêrê tê lidarxistin

14 October 2023 13:29 0 dîtin
Çaremîn Festîvala Mem û Zînê îro li Hola Medyayî ya Hewlêrê tê lidarxistin

PeyamaKurd – Bi hevahengiya ligel Rêveberiya Rewşenbîrî ya Hewlêrê û bi alîkariya Dezgeha Medyayî ya Kurdistan Chroniclê, Çaremîn Festîvala Mem û Zînê îro li Hola Medyayî ya Hewlêrê tê lidarxistin.

Li gor zanyariyan, di festîvalê de çend çalakiyên cuda tên lidarxistin, ji wan: Dîdar Mehmet Ozun ji bo romana Kurdî bi beşdariya nivîskarên her çar parçeyên Kurdistanê û pêşkêşkirina mûzîk û stranên hunermendên jin ên Rojavayê Kurdistanê Nûrşîn û Parwîn.

Rêvebirê Navenda Mam û Zînê Yaran Hîwa ji K24 re daye zanîn, hejmarek rewşenbîr û hunermendên her çar parçeyên Kurdistanê ji bo beşdarbûna di Çaremîn Festîvala Mam û Zînê hatine vexwendin.

Herwiha Yaran Hîwa eşkere kir: “Festîvala îsal dê ji salên berê cudatir be.”

Di berdewamiyê de eşkere kiriye: Her sal di festîvalê de nivîskarek yan rewşenbîrekî tê xelatkirin, îsal jî xelata festîvalê dê bo nivîskar û wergêrekî navdar ê Rojhilatê Kurdistanê bê dayîn.