Çaryek fînala Lîga Sampiyonan dest pê dike
PeyamaKurd – Maçên Çaryek Fînala Lîga Şampiyonan a Ewropayê maçên îşev û sibe ango heta roja çarşemê berdewam dike.
Sêşemê li gor dema Ewropayê li 21:00ê bi maça Liverpol a Îngilîz û Portoyê dest pê dike.
Roja sêşemê Manchester City û tîma Tottenham Hotspur li Londonê li demjimêr 21:00ê dilîzin.
Roja çarşemê jî heman saetê tîma Ajax a Holendî û Juventus û dîsa heman şeva çarşemê Manchester United li stadyoma Old Trafford tîma mezin a îspanî Barcelonayê pêşwazî dike.
Herwiha di maçên îşev de hersê stêrên golavêj ên Lîga Gewreyan ji Manchester Cityê Sergio Agueroyê Arjantînî, ji Liverpoolê Muhammed Salah û ji tîma Tottenham Hotspurê jî Harry Kane dilîzin.
Dê maçên rowanşê yên Lîga Gewreyan 16-17ê Nîsanê bên lîstin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin