Îtalya: Ji ber êrisa Rojavayê bila fînala Lîga Sampiyonan li Stenbolê neyê lîstin
PeyamaKurd - Wezîrê Werzişê yê Îtalyayê Vincenzo Spadafora, bi egera Operasyona Tirkiye hemberî rojavayê Kurdistanê, bangewazÎ kir ku finala Champions Leagueya UEFA li Stenbolê neyê lîstin, cihê wê were guherandin û bo bajarek din ê Ewrûpa were veguhestin.
Vincenzo Spadafora ji Serokê UEFA Aleksandr Ceferin xwest, lîstika finale ya ‘Champions League’ (Lîga Şampiyonan) bi bajarek din ê Ewrûpa were veguhestin.
Vincenzo Spadafora got: “Binpêkirinên mafên mirovan, kuştina çalakvanan, êrîşên dijî sivîlan raya giştî ya cîhanî hejandiye. Hêvîdar im hûn pêngavek wêrekanê bavêjin û cihê final a Champions League veguhezin. Werziş hunerek aştiyê ye!”
Li gorî biryara berê hatiye standin, final a Champions League di 30ê Gulan a 2020an de li Stenbolê tê lîstin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin