Tîmên Îngiltere û Îtalya di fînala Euro 2020 de derdikevin pêsberî hev
PeyamaKurd – Piştî ku tîma bijardeyên Îtalyayê bi penaltiyan zora Îspanyayê bir û bû yekem tîma derket fînala şampiyoniya Euro 2020ê, Îngiltereyê jî şeva borî di maça fînalê de di dema dirêjkirî ya yariyê de zora tîma Denmarkê bir û bû tîma duyem a derket fînalê.
Tîmên Îtalya û Îngiltere wê yariya 16emîn Şampiyoniya Ewropayê, li stadyuma Wembley ya Londonê bilîzin.
Her du tîm 11ê Tîrmehê (Roja Yekşemê) li demjimêr 22:00 bi dema Hewlêrê derkevin pêşberî hev.
Hêjayî gotinê ye, tîma bijardeyên Îngiltereyê piştî zêdetirî 50 salan cara yekem e derdikeve fînala şampiyoniya Ewropayê ku serkeftina yariya Denmarkê bi 2-1 wekî rojeke dîrokî bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin