Îtalya wê 700 mîlyon Euro destekê bide Tûnisê

07 June 2023 01:02 0 dîtin
Îtalya wê 700 mîlyon Euro destekê bide Tûnisê

PeyamaKurd – Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni ji bo di sektorên Tûnisê de bê bikaranîn wê 700 milyon Euro fînansê bide Tûnisê. Melonî bi seredanekî fermî bi taybetî ji bo pirsgirêka koçberan gotûbêj bike seredana serokkomarê Tûnisê Qays Said kir.

Melonî di Qesra Kartacayê ya Tûnisê de ji aliyê serokomar Qays Saîd ve hat qebûlkirin. Piştî hevdîtinê di medya serokkomariya Tûnisê de, di ser hesabê medya civakî de bi dîmen vîdeoyekî Melonî hat belavkirin û Melonî di peyama xwe de weha got:

“Em ji desthilata Tûnisê re bi temamî rêz digrin. Em plan dikin ku ji bo di sektorên tenduristiyê û yên din de bikarbînin, bi miqdarê 700 milyon Euroyî destekê bidin Tûnisê. Hem ji bo hevdîtinên bi IMF ê re bigihên encamekî, em dixebitin.”

Serokkomarê Tûnisê Said hefteya borî bi Melonî re axifîbû û wê dawetê welatê xwe kiribû. Serokwezîra Tûnisê Necla Buden Ramazan li balafirgehê pêşwaziya Melonî kiribû.