Raporteke Pentagonê: DAIS ji êrisa Tirkiyê ya li dijî Rojavayê sûdê werdigire
PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagonê) Ragihand ku rêxistina terorê ya DAIŞê, ji êrişên Tirkiyê yên li dijî Rojavayê Kurdistanê sûdê werdigire û hewil dide xwe ji nû ve birêxistin bike.
Li gorî nûçeya AFPê, di raportê de tê diyarkirin, dibe ku DAIŞ car din li dijî ‘Rojavayê’ dest bi êrîşên nû bike.
Piştî vekişîna hêzên Amerîkayê 9ê Cotmehê, Artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê li dijî Rojavayê Kurdistanê pêk anî.
Serokê Amerîkayê paşê jî ragihandibû ku dê hindek leşkerên amerîkî li herêmê bimînin û ewlehiya qadên petrole biparêzin.
Raporta ku xwe dipêrê zanyariyên îstîxbaratê, DAIŞ hewil dide xwe car din birêxistin bike û hewil dide hin herêmên Sûriyê kontrol bike û herweha li seranserê cîhanê jî di nava hewildanan de ye.
Li gorî raportê, kuştina serokê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî di 26ê Cotmehê de ji aliyê hêzên amerîkî ve dê car din bandoreke mezin çêneke.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin