Çavkaniya Al Arabiya: Êrîsa Hewlêrê ji aliyê Hesda Seibî û PKKê ve hatiye kirin

21 February 2021 13:39 0 dîtin
Çavkaniya Al Arabiya: Êrîsa Hewlêrê ji aliyê Hesda Seibî û PKKê ve hatiye kirin

PeyamaKurd – Televizyona Al Arabiya bi zarê çavkaniyeke taybet ji Washingtonê ragihandiye ku Amerîka di wê baweriyê de êrîşa moşekî ya ser Hewlêrê, ji aliyê PKK û Heşda Şeibî ve hatiye kirin.

Li gorî Televîzyona Al Arabiya ya Erebistanê ku dispêre “çavkaniyeke taybet” ji Washingtonê êrîşa moşekî ya Hewlêrê ji aliyê komên girêdayî Heşda Şeibî û PKKê ve hatiye kirin.

Al Arabiya daye zanîn, ew moşek ji du aliyan de avêtine Hewlêrê. Koma girêdayî Heşda Şeibî li devera bin kontrola hikûmeta Iraqê avêtiye û koma girêdayî PKKê jî li nêzîkî balafirxaneya Hewlêrê moşek avêtiye.

Çavkaniyê daye xuyakirin, Washington dê bertekek cuda nîşanî wan êrîşan bide û berpirsên wan êrîşan jî dê bêne sizadan lê hîn behsa bersiveke rasterast nekirine.

Şeva 15 Sibatê 14 moşekan li çend cihên Hewlêrê bi taybet li baregeha hêzên hevpeyman li nêzîkî balafirgeha Hewlêrê ketin. Di wê êrîşê de peymankarekî artêşa Amerîka hatibû kuştin, serbazekî Amerîkî û çend sivîl jî birîndar bûbûn.