Çavusoglu li Brezîlyayê bi Almanya û Ukraynayê re civiya
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çavuşoglu ji bo beşdarî merasîma sondxwarina Serokê nû hilbijartî yê Brezîlyayê Luiz Inácio Lula da Silva bibe çû Brezîlyayê û li wê derê bi Serokomarê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier û Cîgira Serokwezîrê Ukraynayê Yulia Sviridenko re civiya.
Çavuşoglu di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê Twîtterê da diyar kir, di sala 2023an da bi Alîkarê Serokwezîrê Ukraynayê Sviridenko re yekemîn hevdîtina dualî pêk hatiye.
Çavuşoglu eşkere kir, ew bi Sviridenko re li ser alîkariya însanî ya Tirkiyeyê û Peymana Genim a Stenbolê axivîne.
Çavuşoglu derbarê hevdîtina xwe ya bi Serokomarê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier re jî got, "Me silavên Serokomarê xwe ji Serokomarê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier re ragihand. Em li ser Sûriye û berfirehkirina NATOyê axivîn."
Herwiha Mewlûd Çavuşoglu derbarê hevdîtina xwe ya bi Luiz Inacio Lula da Sîlva ra parve kir û wiha got: "Em beşdarî merasîma sondxwarinê ya Serokomarê nû yê Brezîlyayê Lula da Sîlva bûn. Me pîrozbahî û daxwazên xêrê yên Serokomarê xwe Recep Tayyîp Erdogan ragihand."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin