Çavusoglu pistî daxuyaniya 'lihevanîna bi rejîmê' re cara yekem bi Îtilafa Sûriyê re civiya
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ku demek berê gotibû, ‘divê ew opozîsyon û rejîma Sûriyê’ lihev bînin û ev gotinên wî rastî protestoyên alîgirên opozîsyonê hatibû, bi serkirdeyên opozîsyona Sûriyê (Îtilaf) re hevdîtinek pêk anî.
Li gorî parvekirina Çavuşoglu li ser medya civakî, ew îro 24ê Tebaxê bi Serokê Opozîsyonê Salim el-Muslat, Serokê Komîsyona Danûstankar Bedir Camus û serokê hikûmeta demkî ya opozîsyona Sûriyê Abdurrahman Mustafa re civiyaye.
Çavuşoglu got: "Em di çarçoveya biryara 2254 Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de, sekna opozîsyonê pîroz û piştevaniya wê dikin.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, Îtilafê di daxuyaniya xwe ya ser ‘lihevkirina bi hikûmeta Şamê’ re de, wekî merc sizadana Esed a bo tawanên şer ên heta niha kirine dabû pêş û pabendbûna xwe ya bi biryara 2254 a çareseriya siyasî ya Sûriyê destnîşan kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin