Çavusoglu: Zehmet e Amerîka vekise, em gotinên derbarê Kurdan de red dikin

09 January 2019 15:32 0 dîtin
Çavusoglu: Zehmet e Amerîka vekise, em gotinên derbarê Kurdan de red dikin

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu diyar kir, ji ber hevkariya YPGê zehmet e ku Amerîka ji Sûriyê hêzên xwe vekişîne.

Çavuşoglu li komisyona parlamentoya axivî û li ser mijarê got, “Em dibînin ku hinek zehmetî li ber vekişîna Amerîkayê hene. Dema bi rêxistineke terorê re ew qas hevkariyê bike û bi wan re bibin yek, veqetîna ji rêxistinê hêsan nabe. Yek ji zehmetiya Amerîka rûbirû bûye ev e. Lê em dibînin ku hinek dengên cuda ji nav rêveberiyên cuda yên Amerîkayê jî tên.”

Çavuşoglu li ser daxuyaniyên Amerîkayê yên derbarê parastina Kurdan de yên ‘Kurdan nekujin’ jî da xuyakirin, ‘Me dubare got ku em wan gotinan bi tundî red dikin. Serokomarê Birêz Erdogan doh di koma parlamenê de bi awayekî eşkere ev anîn ziman.”

Çavuşoglu herwiha destnîşan kir ku ew ji operasyoneke leşkerî ya ji bo parastina sînorên Tirkiyê jî tawîzê nakin.