Trump ragihand: Gelo wê Amerîka ji Sûriyê vekise?

08 January 2025 10:13 0 dîtin
Trump ragihand: Gelo wê Amerîka ji Sûriyê vekise?

PeyamaKurd – Derbarê wê yekê ku Serokê hilbijartî yê Amerîka Donald Trump wê nêzîkî 2 hezar leşkerên Amerîkî ji Sûriyê vekişîne yan na, got, "Ez vê yekê ji we re nabêjim, ji ber ku ew beşek ji stratejiyeke leşkerî ye. Lê ez dikarim bibêjim ku ev rewşek girêdayî Tirkiye ye."

Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Trump di civîna çapemeniyê ya ku li kampusa xwe ya Mar-a-Lago ya li Florîdayê li dar xist de derbarê rojeva xwe ya derve de nirxandin kirin.

Trump bi bîr xist ku wî di dema serokatiya xwe ya berê de ji şer dûrketibû û got ku wî li Sûriyê DAIŞê têk bir û di serokatiya xwe ya yekem de piraniya leşkerên xwe ji welêt vekişand.

Nêzîkî 2 hezar leşkerên Amerîkî ji Sûriyê vekişiyan

Trump li ser pirsa, “Gelo ew ê nêzîkî 2 hezar leşkerên Amerîkî ji Sûriyê vekişînin yan na?” got,

"Ez vê yekê ji we re nabêjim ji ber ku ev yek di çarçoveya stratejiyeke leşkerî de ye. Lê ez dikarim bibêjim ku ev rewş girêdayî Tirkiyeyê ye."

"Serokomar Erdogan hevalê min e û kesê ku ez hurmetê didimê"

Trump derbarê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan de got,

"Serokomar Erdogan hevalê min e û kesekî ku ez jê re rêzdar im. Bi dîtina min ew jî hurmetê dide min. Dema min jê xwest ku dev ji hin kesan berde, qebûl kir. Hûn dizanin ku ez qala kê dikim, ez  qala Kurdan dikim."

Trump derbarê rewşa ku ji bo pêşîgirtina li êrîşa Tirkiyeyê ya li ser Rojava hatiye çêkirin wê heta kengê bidome da zanîn: "Ez nizanim wê heta kengê ev yek bidome, ji ber ku ew (Kurd û Tirk) dijminên xwezayî yên hev in. Ji hev hez nakin. Lê Erdogan heta niha ev yek (êrîş) nekiriye. Berê jî ev yek nekiribû. Ew ê tevdîr bikira, lê min jê re got: "Ji kerema xwe vê yekê neke" û wî jî nekir."

Derbarê rûxandina rejîma Esed li Sûriyê ji aliyê koma çekdar a Heyet Tehrîr El-Şam, wî got, “Heke hûn li tiştên ku li Sûriyê qewimîn binêrin, Rûsya lawaz bûye, Îran jî lawaz bûye. Ew (Erdogan) kesekî pir jîr e. Mirov bi rê û rêbazên cuda şandin Sûriyê. Ew kontrol kirin û bûyer wiha bi dawî bû.”

Trump li ser rewşa leşkerên Amerîkayê yên li Sûriye û Rojava di dema serokatiya xwe de wiha got:

"Leşkerên me di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de wekî parastinê xizmet dikirin. Em di navbera wan (Sûriye û Tirkiyeyê) de bûn. Li wir 5 hezar leşkerên me hebûn. Em di navbera van her du artêşan de asê mabûn. Leşkerek ji 300 hezar kesî pêk dihat, artêşa din jî ji 500 hezar û 600 hezar kesî” û got: "Hêza wan hebû. Em bi tenê 5 hezar leşker di nav wan de bûn."

Trump di axaftina xwe ya bi generalekî re derbarê biryara vekişîna hêzên xwe de ev daxuyanî da:

"Min ji generalekî pirsî 'di vê rewşê de ev 5000 kes dikarin çi bikin? General li min nihêrî û got 'ev ne baş e ezbenî, ev ne baş e'. Ji ber vê yekê min leşkerên me vekişandin. Encam çi bû? Netişt. Min rexne kirin, lê di encamê de min jiyana 5 hezar kesî rizgar kir. "Me tiştekî neasayî kiriye û em berdewam dikin ji ber ku niha ezmûna me zêdetir e û em dikarin li pişt gelê xwe bisekinin."