CDU/CSU û SPD li hev kir: Almanya deriyê xwe ji Tirk, Afgan û Sûriyan re asê dike
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku piştî hilbijartinên pêşwext ên 23yê Sibatê hevdîtinên koalîsyonê yên navbera partiyên siyasî li ser avakirina hikûmeta nû ya federalî encam dan.
Li gorî wê Partiya Yekîtiya Xirîstiyan (CDU/CSU) û Partiya Sosyal Demokrat (SPD) di pêşhevdîtinên koalîsyonê de li hev kirin.
Di lihevkirina ji 11 rûpelan pêk tê de, ji bo penaberan biryarên girîng hatine dayîn ku dê Afgan, Tirk û Sûriyên bi qaçaxî dixwazin li Almanya bicih bibin, bên vegerandin û rê li ber hatina penaxwaziya wan bê girtin.
Herwiha wê êdî penaberên qaçaxî nikaribin malbatên xwe bînin ba xwe û wê yên serlêdana wan hebe jî bi balafiran bên şandin.
Di lihevkirinê de, zêdekirina budçeya artêşa Alman, kêmkirina bihayên enerjiyê û bacê, kêmkirina baca ser nirxê xurekan, zêdekirina mafên xanenişînan û bipêşxistina sektora otomotîvê jî cih digirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin