Çekdaran li Efrînê zavayek berî daweta wî revand û bi fîdyeya 300 dolaran jî berda

09 December 2021 19:12 0 dîtin
Çekdaran li Efrînê zavayek berî daweta wî revand û bi fîdyeya 300 dolaran jî berda

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku çekdarên bi ser Tirkiyê ve, li Efrînê ciwanekî zava berî daweta wî bi du rojan revandine.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan-Efrîn Ibrahîm Şêxo ji Rûdawê re gotiye, çekdarên koma bi navê (Ehrar Elşerqiye), li nehiyeya Reco ya ser bi Herêma Efrînê, ciwanekî ku zava bû, berî du rojan ji daweta wî revand û ji bo berdana wî jî fîdyeyê dixwazin.

Hat zanîn kesê hatiye revandin Riyad Ednan Reşîd ê 25 salî ye û navê dayika wî jî Zekiya ye. Reşîd zava bû, lê 2 roj berî daweta wî ji aliyê çekdarên Ehrar Elşerqiye ve hat revandin û çekdaran, li beramber berdana wî, daxwaza 300 dolarên Amerîkî ji malbat û kesûkarên wî kir.

Li gorî zanyariyan, çekdaran piştî standina 300 dolarên Amerîkî ji malbatê ciwanê ku amadekariyên zewacê dikir berdane.