Çekdarê bi ser Tirkiyê ve keça Kurd a 20 salî revand û bi zorê pê re zewicî
PeyamaKurd - Komên çekdarên girêdayî Tirkiyê yên dagirkerên Efrînê, keçeke Kurd û 8 xortên din revandin. Hat zanîn ku çekdarê bi ser Tirkiyê ve ew keça Kurd piştî revandiye bi zorê zewac pê kiriye û malbat jî agahdar kiriye.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê ragihand, çekdarekî ji koma Sultan Murad roja 11ê vê mehê keça bi navê Hêvîn Hesen Dibso ya 20 salî û ji gundê Celemê ye revandiye ku wî çekdarî çend caran ew keçik ji bo zewacê ji malbata wê xwestibû, lê malbatê daxwaza wî red kiribû.
Dema Hêvîn bi xalê xwe Mihemed Morî re li bazara Cindirêsê bû, wî çekdarî bi otombîleke Van a girtî keçik revand.
Rêxistinê diyar kir, tevî ku malbata keçikê bi awayekî fermî gilî li Navenda Polîsa Medenî ya Cindirêsê kiriye jî piştî rojekê malbata keçikê hatiye agahdarkirin ku wî çekdarî bi keça wan re zewiciye. Malbata wî jî bi navbênkariya Muxtarê gund daxwaza lihevhatinê bi wan re dike.
Rêxistina Mafên Mirovan daye xuyakirin, çekdaran Mihemed El Fatih ji hefteyekê ve 8 xort ji gundê Memila yê navçeya Reco revandine û li hember berdana her yekî ji wan daxwaza 500 dolarên Amerîkî dikin.
Navê kesên hatine revandin:
Kîmaho Enwer Kurdî: 30 salî.
Dozyar Enwer Kurdî: 30 salî.
Mihemed Osman: 24 salî.
Demxwaş Osman Kolîko: 33 salî.
Ehmed Wehîd Mustefa: 24 salî.
Ehmed Osman Mihemed: 27 salî.
Hesen Cemîl Hesen: 25 salî.
Enwer Osman Hemgulîno: 40 salî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin