Çekdarên girêdayî Tirkiyê li Efrînê 16 welatî revandin
PeyamaKurd – Çekdarên girêdayî Tirkiyê, li Efrîna Rojavayê Kurdistanê 16 sivîl revandin. Ji bo berdana wan daxwaza bi sedan hezar lîreyên Tirkî dikin.
Li gor Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand, çekdarên girêdayî Tirkiyê 16 sivîl ji gundê Ereb Şêxo yê navçeya Mabeta ya Efrînê revandin.
Herwiha Rêxistinê diyar kir, ew kes bi tohmeta endamtiya “Hêzên Cewherî” yên girêdayî asayişa PYDê ne hatine revandin.
Di nav wan de tenê navên 5 kesan tê zanîn:
Hesen Mihemed Eyub, Cemal Ebdo Abûş, Elî Abdo Abûş, Mihemed Ebdo Abûş, Fuad Ebid Mihemed.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê diyar kir, çekdarê girêdayî Tirkiyê li beramberî berdana wan sivîlan, 300 heta 500 hezar lîreyên Tirkiyê ji malbatên wan xwestine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin