Çekdarên HTSê li Efrînê bi alên komên din dewriyeyan dikin
PeyamaKurd – Desteya Heyet Tehrîr Şam (HTŞ) 13ê Cotmehê ketibû bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê yê di destê komên çekdarên girêdayî Tirkiyê de bû. Piştî demekê hatibû ragihandin ku HTŞ ji Efrînê vekişiyaye, lê belê li gorî çavkaniyên xwecihî çekdarên HTŞê dewriyeyên xwe li Efrînê di bin alên komên çekdar ên Hemzat, Emşat û Tevgera Ehrar el-Şam di dikin.
HTŞê Feyleqa Sêyem a Opozîsyona Sûriyê ku komên çekdarên opozîsyona Sûriyê tê de cî digirtin, piştî şerekî dijwar ji nav Efrînê derxistibû û amadekariyê dike Efrînê radestî wan komên nêzîkî xwe bike.
HTŞ (El Nûsra ya berê) hikûmeta demkî ya opozîsyona Sûriyê ku Tirkiye piştevaniya wê dike qebûl nake û li herêmên xistina kontrola xwe dixwaze rêveberiyên nû yên xwecihî li gorî îdelojiya xwe pêk bîne.
Herwiha li gorî zanyariyan HTŞ li rêbenda xwe ya li ser rêya Efrîn – Cindirêsê kontrola nasnameyên Sûrî dike û nasnameyên Encûmena Xwecihî Hikûmeta Demkî ya Sûriyê qebûl nake.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin