Cenazê Sêx Ebdulbaqî El-Huseynî ji terefê sed hezarî kesan de hat definkirin
PeyamaKurd – Şêxê Menzîlê Şêx Ebdulbaqî El-Huseynî bi sedema nexweşînê, li bajarê Îstendolê li navça Kartalê li nexweşxanekî tedawiya nexweşînê didît lê ji ber nexweşînê an ku kêmasiya xebata hin organan duhî wefat kiribû. Cenazê wî birin Semsûrê (Adıyaman) navça Kolikê (Kahta) gundê Menzîlê defin kirin. Li gor çapemeniya Tirkiyê; li dora 350 hezar kes tevlî cenazê wî bûn.
Li Menzîlê, piştî limêja cenaze bi tevlîbûna bi hezarî mirovan cenaza hat definkirin. Şêx Ebdulbaqî kurê Şêx Ebdulhakîmê Bilwanis e û xelkê Baykan a bi ser Sêrtê ve ne. Birayê wî yê mezin di sala 1993an de yê bi navê Şêx Mihemed Raşid Erol wefat kir û ew ket şûna birayê xwe. Di derba sala 1980an ya leişkerî de dewleta leşkerî Şêx Raşid sirgûn kiribû Yassıadayê û paşî wî şandibû bajarê Çanakkale.
Di sala 1926an de ji malbata wan 14 kes ji aliyê leşkeran de hatibûn gulebarankirin û sedemê jî desteka malbatê ya ji bo tevgera Sasonê nîşan dabûn. Bavê wan şêx Ebdulhekîm ewilî li gundê Qesrikê, nêzî bajarê Bedlîsê dima, paşî li Hezzo (Kozluk) li gundê Xedîrê mabû û paşî malbata xwe biribû Kahtayê gundê Menzîlê.
Şêx Ebdulbaqî xwediyê 5 keç û 5 kura ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin