Cenêvê | Kongreya Nistimanî ya Sûriyê do bi dawî bû
PeyamaKurd – Kongreya Niştimanî ya Sûriyê, ya li bajarê Cenêvê yê Siwîsreyê hatibû lidarxistin, do bi dawî bû.
Kongreya Niştimanî ya Sûriye, ji bo vegerandina serwerî û biryarê, do Şemiyê 21ê Tebaxê li bajarê Cenêvê yê Siwîsreyê destpê kiribû û îro bi dawî bû.
Komîteya amadekar a kongreyê, ji 27 kesayetiyên opozisyona Sûriyê yên ji pêkhateyên cuda pêk hatibû, amadekarî ji bo vê kongreyê kiribû.
Li gor zanyariyan, tê pêşbînîkirin ku beşdarên kongreyê belgeyên ku rêkeftin li ser hatine kirin, rabigihînin û helwestên kongreyê yên derbarê krîza Sûriyê û şêweyên çareserkirina wê de eşkere bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin