Komîteya Kongreya Nistimanî ya Sûriyê: HSD nayê vexwendin!

13 February 2025 18:32 0 dîtin
Komîteya Kongreya Nistimanî ya Sûriyê: HSD nayê vexwendin!

PeyamaKurd - Komîteya Amadekar a Kongreya Niştimanî ya Sûriyê yekem civîna xwe ya rojnamevanî li dar xist.

Dema avakirina wê kongreyê nûnerên Kurd nehatibûn vexwendin ku ENKSê bertek nîşan dabû. Herwiha nûnertiya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) jî di wê kongreyê de tune ye.

Berdevkê Komîteya Amadekar Hesen El-Dixêm di civîna rojnamevanî ya Şamê de got ku HSD nûnertiya parêzgehên rojhilatê Sûriyê nake û ji ber vê yekê jî ew ji bo Kongreya Niştîmanî nayê vexwendin.

Dixêm gotiye, “Heta ku HSD çek hildigire ew ê ne di diyaloga niştîmanî de be”.

Herwiha hatiye diyarkirin ku wê ti kesek li ser bingehên olî û netewî bo kongreyê neyên vexwendin.

Serokatiya Sûriyê doh 12ê Sibatê ji bo Kongreya Netewî komîteyeke amadekar ragihandibû ku ji 7 kesan pêk tê. Di komîteyê de, Hesen Dixêm, Mahir Elûş, Mihemed Misetet, Yûsif El-Hecer, Hind Qebewat, Huda El-Etasî û Mihemed Mistefa cî digrin.

Serokatiya Sûriyê ragihandiye ku wê ev komîte, sîstema xwe ya navxweyî pesend bike û pêvanên karê xwe deyne, ji bo misogerkirina biserxistina Diyaloga Niştîmanî. Karê komîteyê jî wê bi derxistina daxuyaniya dawî ya kongreyê bi dawî dibe.