CENTCOM: Dû frokeyên Hûsiyan hatin têkbirin

06 February 2024 15:26 0 dîtin
CENTCOM: Dû frokeyên Hûsiyan hatin têkbirin

PeyamaKurd - Fermandariya Navendî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku hêzên DYA, li Yemenê, li dijî frokeyên bêmirov ên bombebarkirî yên Hûsiyan êrîşek pêk anîne.

Di daxuyaniya Fermandariya Navendî (CENTCOM) de wiha hate gotin:

 "Hêzên me bi mebestan xweparastinê li dijî du frokeyên bêmirov ên li ser zemînê yên Hûsiyan ku bi teqemenî barkirî bû û amadekariya êrîşê dikirin, pêşêrîşek pêk anîn."

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku hatiye teqezkirin ku ev frokeke, ji bo keştiyên Hêzên Deryayî yên DYA û yên bazirganiyê yên li herêmê "gefeke pêkan" e.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku wê DYA bi van çalakiyan, azadiya gerûgeştê biparêze û wê ji bo keştiyên bazirganiyê avên navneteweyî ewletir bike.