DYA: 4 frokeyên Hûsiyan hatin têkbirin

12 May 2024 19:23 0 dîtin
DYA: 4 frokeyên Hûsiyan hatin têkbirin

PeyamaKurd - Fermandariya Navendî la Wezareta Parastinê (CENTCOM) ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ragihand ku 4 firokeyên bêmirov ên ku ji aliyê Hûsiyan ve li Kendava Adenê û Deryaya Sor hewl dane ku hêrişî keştiyên bazirganiyê bikin, ji aliyê hêzên wan ên deryayî ve hatine têkbirin û ti ziyan negihiştiye keştiyên bazirganiyê. 

Di daxuyaniya CENTCOMê de wiha hate gotin:

"Hûsiyên ku Îran piştgiriya wan dike di 10ê Gulanê, demjimêr 20.45an de ji herêmên Yemenê yên di bin kontrola wan de ne, bi frokeyên bêmirov hewl dan hêrişî keştiyên bazirganiyê bikin, lê belê 1 ji wan frokeyan ji aliyê hêzên deryayî yên me ve hatin têkbirin. Di encamê de hem hêzên me hem jî keştiyên bazirganiyê tûşî ti ziyanekê nebûn." 

Di daxuyaniya CENTCOMê de her wiha hate gotin ku "Paşê, di 11ê Gulanê, navbera demjimêr 04:30 û 04:45an de, hêzên DYA 3 frokeyên bêmirov ên Hûsiyan bi awayekî serketî hatin têkbirin.”